Ji Pedersen peyama 13emîn salvegera şerê Sûriyê

Ji Pedersen peyama 13emîn salvegera şerê Sûriyê

.

A+A-

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê bo Sûriyeyê Geir Pedersen ragihand ku hêviya gelê Sûriyê tenê bi rêya çareseriya siyasî dikare geş bibe.

Pedersen ji weşana El Alem El Erebî re bi boneya salvegera 13emîn a şerê navxwe yê Sûriyê bi peyamekê daye xuyakirin, “Heta niha ti çareseriyek xuya nake, alozî girêktir dibe û pêwîstiya zêdetirî 16.7 milyon kesî bi alîkariyên mirovî heye. Herwiha zêdetirî 5 milyon sûriyeyî li dewletên cîran penaber in û zêdetirî 7 milyon sûriyeyî di hundirê welêt de koçber in.”

Pedersen gotiye, tenê bi çareseriya siyasî hêviya gel dikare geş bibe û derfet heye ku gavên cidî ji aliyê aliyên aloziyê ve bêne avêtin.

Pedersen bang li aliyên aloziyêa Sûriyê kir ku girtiyan bê şert serbest berdin, doza revandiyan û windahiyan bilez çareser bikin û ji bo jiyan vegere pêbawerîya bo her çareseriyeke siyasî misoger bikin.

El Erebî bi zarê Pedersen diyar kiriye: "Şert û merc ji bo vegera penaber û koçberan, niha tune ne. Divê civata navneteweyî hewl bide çareseriya siyasî pêk were û ji bo ku baweriyê ava bike û xebatên komîteya destûrê berdewam bikin, divê tedbîran bigire da ku di dawiyê de alozî bi temamî çareser bibe."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin