
Ji Demîrtaşî re 5 sal ceza hate xwestin
Dozgerê Komarê yê Tirkiyeyê bi behaneya 'propogandakirina rêxistinê' pênc sal sizaya girtinê ji bo Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş û Parlamenterê HDPê Sirri Sureyya Onder xwest.
A+A-
Hat xwestin ku heta 5 salan li Demirtaş û Onderî were birîn û sedema wê wek 'tawana propogandakirina rêxistinê' hat nîşandan.
Doza ku ji ber axiftina Demirtaş û Onderî ya sala 2013an ya Newrozê li wan hatibû vekirin, îro dewam dike.
Li gorî nûçeya medyaya Tirkiyeyê, Demirtaşê ku ji ber tawanbarkirineke din jî hatiye girtin, raporteke tenduristiyê stend û beşdar nebû lê Onder beşdar bû.
Nêzîkî 100 parêzer ji bo parastina Demîrtaş di dadgehê de amade bûn.
Hejmareke zêde yê parlamenterên HDPê û alîgirên vê partiyê beşdarî rûniştinê bûn. Serokê dadgehê biryar daku doz bo 8ê Hezîranê bê paşxisitin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin