Ji bo operasyona Rojavayê Kurdistanê seferberî ragihand

Ji bo operasyona Rojavayê Kurdistanê seferberî ragihand

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji bo egera destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî rojhilatê Firatê seferberî ragihand.

A+A-

Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyeyê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji sazî û dezgehên fermî yên li bajar û bajarokên ser sînorê Sûriyê û Rojavayê Kuridstanê re fermaneke seferberiyê birê kiriye.

Di wê fermanê de, Wezareta Navxwe ya Tikriyê sazî dezgehên fermî yên wekî asayîş, qeymeqamî û şaredariyan li ser egera operasyonekê li dijî rojhilatê Firatê agahdar dike û dixwazê ji wan dike pêdeçûnekê li ser derfet û pêwîstiyên xwe bikin û xwe ji bo egera operasyonekê amade bikin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan beriya niha 3 rojan gotibû ewê dijî rojhilatê Firatê operasyon bikin û Amerîka û Rûsya jî bi vê yekê agahdar kirine.

Ev yek di demekê de ye, pêr û duhî şandeke leşkerî ya Amerîkî ji bo guftûgokirina egera avakirina herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê li Enqerê bi berpirsên Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê civiyabû, lê bi fermî encamên wan civînan nehatin ragihandin.

Li gor zanyariya, Amerîkayê du pêşnîyaz pêşkêşî Tirkiyê kirine, pêşnîyaza yekem ew e herêma ewle bi kûrahîya 15 K.M û bi dirêjahîya 140 K.M be. Pêşnîyaza duyem jî ew e, hêzên YPG di herêma ewle de namînin û li şûna wan hêzên Tirkiyê û Amerîkayê bicih bibin û çavdêrî û serkêşiya wê herêmê bikin.

Lê ji aliyê din, duhî Wezîrê Bergîriyê ya Amerîka Mark Esper ragihand, çi operasyoneke leşkerî ya tekane ji aliyê Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê bê kirin, nayê qebûlkirin û Amerîka dê rêgiriyê lê bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin