Jeffrey: YPG li Sûriyê baskekî PKKê ye

Jeffrey: YPG li Sûriyê baskekî PKKê ye

Nûnerê Taybetê Amerîka yê Sûriyê ragihand, ku YPG li Sûriyê baskekî PKKê ye lê Amerîka PYDê wek ‘rêxistineke terorî’ nas nake.

A+A-

Nûnerê Taybetê Amerîka yê Sûriyê James Jeffrey di lûtkeya parastina salane ya “Defense One” de da xuyakirin ku divê Amerîka li Sûriyê him li gel YPGê him jî li Tirkiyê kar bike û got:

 

“Ev gelek bi zehmet e. Ji ber ku ger ne beşdariya aktîf û hevkariya Tirkiyê bûya, me nedikarîbû îro ew tiştên li li Sûriyê kirine, bikira lê bêyî hevkarekî xwecihî jî me nedikarîbû li bakurêrojhilata wî welatî hebûna xwe û têkoşîna xwe li dijî DAIŞê berdewam bikira. Ev hevkarê xwecihî, ji sala 2014a vir ve baskê PKKê yê li Sûriyê PYD ye lê em wê wek PKKê, wek rêxistineke terorî nas nakin. Ev mijar bo Tirkan nîgeraniyeke mezin e lê me hêj ew nekiriye.”

 

Jeffrey da zanîn ku têkçûna DAIŞê bo ewlehiya Tirkiyê jî mijareke sereke ye û ji ber vê yekê Enqere tehamulê peywendiya Amerîka û YPGê dike û got, “Li Sûriyê gava me biryar da, ku piştî têkbirina DAIŞê jî polîtîkayeke me heye, Tirkan bo me zehmetî derxistin.

 

Nûnerê Taybetê Amerîka yê Sûriyê ragihand, ku ew dê YPGê bikişîne rojhilata Feratê û bi vî awayî Tirkiyê razî bike û got, ew wek çekên giran didin komên din ên li herêmê, nadin YPGê û tenê çekên sivik ên leşkerî dane wê.

 

Jeffrey anî ziman, ku wan beriya niha mûşekên dijî tankan ên bi modela TOWê dane komên opozîsyon ên Sûrî lê ev nedane YPGê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin