İro li PAKa Stenbolê şîna şehîdên Rojhilatî bi rê ve çû

İro li PAKa Stenbolê şîna şehîdên Rojhilatî bi rê ve çû

Îro, li Teşkîlata Şaxa Stenbolê ya PAKê, bo şehîdên Rojhilatî bi organîzasyona PDKÎ, PAK û PSKê şîn hate danîn.

A+A-

Îro li Stenbolê, bi organîzasyoneke hevpar a PDKÎ, PAK û PSKê, bo şehîdên Rojhilata Kurdistanê yên bi êrîşên îranê li dijî HDK û PDKÎ yên li Koysancakê, û her wiha 3 ciwanên kurd Ramîn Huseyn Panahî, Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî şîn hate danîn.

Piştî rêzgirtina Şehîdên Kurdistanê, Cîgirê Serokê PAKê Kasım Ergün, axaftina pêşî kir û daxuyaniya hevpar xwend. Di daxuyaniya hevpar de wisa hate gotin: 

 

"Nûnerên ragehandinê, partiyên sîyasî, dezgehên sivîl û welatperwerên hêja merheba ji we re

Em îro ji bo şîna şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê li vê derê ne.Em weke PDK-İran, PSK û PAK vê şînê bi beşdarîya we hemûyan li dar dixin.

Weke hûn jî dizanin Cimhûrîyeta Îslamî ya Îranê di roja  8ê îlona 2018an de  êrîşeke hovane bir ser baragehên Hizbî Demokratî Kurdistan û Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê  yên li Koy Sancaq a Hewlerê.

Di encama vê bombebaranê de 17 pêşmergeyên qehreman şehîd ketin, 40 pêşmerge jî birîndar bûn.Ji van şehîdan 6ê wan endamên Komîteya Navendî ya HDKyê bûn.

Her weha  Cimhûrîyeta Îslamî ya Îranê  di roja 8ê îlona 2018an de 3 aktivîstên ciwanên Kurd ,  Ramîn Huseyîn Panahî, Zanyar Mûradî, Luqman Mûradî darve kirin.

Em îro ji bo van şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê şînê datînin û em hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

Dewleta Îranê ne cara yekem e ku vî rûyê xwe yê hov nîşanî me dide.

Dewleta Îranê perçeyekî welatê me dagir kirîye û her xwestîye doza azadîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi qetlîam, wêran kirin, kuştin û darve kirin û zîndanî kirinan ji holê rake.

Dewleta Îranê rêberê gelê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî li Meydana Çarçirayê darve kirin.

Dewleta Îranê bi awayekî qirêj û hovane Dr. Abdûrahman Qasimlo , Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wan şehîd kirin.

Lê ew Alaya ku pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mustafa Barzanîyê nemir kir, îro lî Rojhilatê Kurdistanê û li her çar alîyê Kurdistanê li ba dibe.

Tu êrîş, qetlîam, jenosîd, enfal, wêran kirin, darve kirin û hefs  û zîndan dê nikaribe rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire.

Em îro ji Stenbola Tirkîyeyê , ji xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê re dibêjin hûn ne bi tenê ne, em li gel we nin. Doza we doza me ye jî.

Em careke din Dewleta Îranê ji ber van qetlîam û darvekirinên hov rûreş dikin.

Em bangî hemû partîyên sîyasî yên her çar perçeyên Kurdistanê, Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpayê û raya giştî ya cîhanê dikin da ku li himberî van êrîşên Dewleta Îranê bêdeng nemînin.Bila Netewên Yekbûyî û Yekitîya Ewrûpayê bi biryar û helwestên encamwergir ji Dewleta Îranê re bêjin  'bes e'. 

Divê hemû partîyên Rojhilatê Kurdistanê dest bidin hev û li himberî Dewleta Îranê tifaqa xwe ye netewî ava bikin.

Em ji malbatên şehîdan , ji xuşk û birayên xwe yên HDK û PDKÎ yê û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxîyê dixwazin.

Cîhê şehîdên me bihuşt be. Xwedê bi rehma xwe wan şad bike. Em şîfaya xêrê ji birîndarên re dixwazin.

Şîna me heta saet.18.00an dê dewam bike, hûn  bi xêr hatine"

 

 

 

Piştî Ergün, Nûnerê Partî Dîmokrata Kurdistana îranê PDKÎ, Salih Velîzadeh, axivî. Velîzadeh pêşî bi navê PDKÎ, sipasiya xwe pêşkeşî PSK û PAKê kir bo qedirdayînê. Velîzadeh got Dewlata Îslamî ya îranê êrîşeke zor dijwar biriye ser Hîzbî Dîmokrata Kurdistanê îranê ku ew cihê êrîşê kampa penaberan bû. Em li êrîşê dinêrin bi moşekan pêk hatiye ku tiştekî asayî nîne û ev yek ne cara ewil e ne jî cara pêşî ye. Me wek Hîzbî Dîmokrat hatine zêrandin û kuştin lê tu carî çok danayîn. Îranê gelekî necamêrane Dr. Qasimlo, piştî Qasimlo, Dr. Şerefkendî û dûvre Dr. Seîd teror kirin."

Valîzadeh got "Her çar beşên Kurdistanê beşdarî Komara Kurdistanê bûbûn.  Bo nimûne Barzaniyê Rehmetî. Piştî rûxandina Komara Kurdistanê, Barzanî derbasî Başûrê Kurdistanê bû û Partî Dîmokratî Kurdistan ava kir. Azadiya Kurdistanê, bi taybetî Rojhilata Kurdistanê çok danayîne. Ê me partiyek nîne ku bayeke bikeve, na, nakeve."

Valîzadeh, qala yekrêziya kurdan jî kir û got "Me li Rojhilata Kurdistanê gihiştiye yekrêziyekê, rehber û bername û esasnameyên me, organên me yek in ku me gihandiye yekgirtinekê.

 

Piştî axaftinê Salih Velîzadeh, helbestên Pîremêrd û Şêrko Bêkesî xwendin û sipasiya xwe pêşkeşî PAK û PSKê kir.

Piştî Velîzadeh, Nûnerê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSKê, Mansur Kara axivî.

Kara got:

"İro em xemgîn in , ne ku îro tenê, kurd her di şînê de ne. Bi nêrîna me, dinya giş dijminê kurdan e, dostê kurdan tune. Ne Neteweyên Yekbûyî, ne dewletên mezin û emperyal, ne jî dewletên dagirker. Lê kurd bixwe jî dostên hev nînin. Heta kurd, di doza neteweyî de nebin yek, dostên wan jî çênabin. Ji ber vê tiştê herî girîng, yekîtî ye."

 

Di dawiyê de Helbestvanê ji Rojavayê Kurdistanê Bevê Helebçê, helbesteke xwe xwend. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin