Îro dê merasîmên şehîd kirina 312 hemwelatiyên Şingalê bi rê ve diçin!

Îro dê merasîmên şehîd kirina 312 hemwelatiyên Şingalê bi rê ve diçin!

Berpirsê ofîsê bingeha Laleşê li Gir Izêr a qeza Şingalê diyar kir: ‘’Îro 14.08.2019ê salvegera şehîd kirina 312 hemwelatiyên Şingalê, ku sala 2007ê de ku rû da bû, dê bi rê ve biçe".

A+A-

Berpirsê ofîsê bingeha Laleşê li Gir Izêr a qeza Şingalê diyar kir: ‘’Îro 14.08.2019ê salvegera şehîd kirina 312 hemwelatiyên Şingalê, ku sala 2007ê de bi wesayîtên bombe barkirî xwe nav xelkê sivîl de teqandin û nêzîk 1000 kesan şehîd û birîndar bûn û dê merasîm birêve biçin.’’

Berpirsê ofîsa bingeha Laleşê li Gir Izêr a qeza Şingalê Seîd Teter ragehand: ‘’Wek îro roja 14.08.2007ê çend wesayîtên bombe barkirî qesda nav wargeha Sîba Şêx Xidir û Gir Izêr a qeza Şingalê kirin, wan wesayîtên bombe barkirî xwe nav xelkê sivîl de teqandin û di encamê de 312  niştecîhên Sîba Şêx Xidir û Gir Izêr li qeza Şingalê hatin şehîd kirin û bêhtirî 700 kesan jî birîndar û bê serûşûm bûn. Îro li wargeha Xankê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve me çalakiyên rêzgirtinê bo şehîd kirina karesata Sîba Şêx Xidir û Gir Izêr rêkxistine.’’

Serokê Civata qeza Şingalê Weyis Nayif jî  got: ‘’Wê demê xelkê me nekarî birîndarên xwe rêbike nexwaşxaneyên Iraqê û bêhtirê birîndaran bo nexwaşxaneya lezgîna parêzgeha Duhokê hatin rêkirin û çareser kirin. ji wê demê ve jiyana xelkê me di metirsiyê de ye, em baş dibînin eger herêma Kurdistanê alîkar û piştevaniya Şingalê neke dê berdewam rastî pirsgirêkan bê.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin