Îranê, xortekî Yaresanî bi îşkenceyê kuşt!

Îranê, xortekî Yaresanî bi îşkenceyê kuşt!

Li Îranê, xortekî kurd yê yarsanî di bin îşkenceyê de ji aliyê îstixbaratê ve hat kuştin.

A+A-

Xortê kurd ê bi navê Ramîn Husênî, ku par zivistanê li bajarê Toyserkan li herêma Hemedan ya Îranê hatibû girtin, di bin îşkenceyê de hat kuştin.

Li gorî agahiyên malpera Hengaw, Ramîn Husênî roja 25 vê mehê di girtîgeha bajarê Toyserkanê de di bin îşkencê de can da.

Ew xortê kurd, ku li ser ayîna yarsanî bû, ji ber çalakiyên ayînî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatibû girtin û demek dirêj bû di bin îşkencê de bû.

Hat gotin ku peyayên îstixbaratê gef li malbata wî xortê yarsanî xwarine ku ji ti kesî re behsa kuştina kurê xwe nekin!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin