
Îranê sînorê Başûrê Kurdistanê topbaran kir
Topxaneyên Îranê zozanên Berbzîn li devera Biradostê li Başûrê Kurdistanê topbaran kirin.
A+A-
Îro Pêncşembî topxaneyên Komara Îslamiya Îranê dest bi topbarankirina hin deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê kiriye.
Li gorî zanyariyan, hêzên Îranê sînorê nahiyeya Sîdekanê ya ser bi qezaya Soranê ve topbaran dikin.
Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê, Îhsan Çelebî jî di daxuyaniyekê de ew zanyarî piştrast kirin û got: “Topxaneyên Îranê zozanên Berbizînê yên li sînorê devera Biradost topbaran dikin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin