
Îranê gef li Amerîkayê xwar: Binkeyên we dê ewlehiyê de nebin!
Endamê meclisa xubrekan a pisporên Îranê Ayetulla Elî Muvahidî Kirmanî ragehand; ‘’Binkeyên Amerîkayê êdî dê ne di ewlehiyê de bin û rojên reş dê li benda wan bin.’’
A+A-
Meclisa xubrekan a Îranê an jî wek meclisa pisporan tê pênase kirin, ku saziyeke destûrî ya dikare rêberê olî helbijêre û ji kar dûrbixe û yek ji endamên wê Ayetulla Elî Muvahidî Kirmanî ragehand: ‘’Eger Amerîka çalakiyeke xelet bike, dê binkeyên wê yên li herêma rojhilata navîn, ti yek ji wan jî ne di ewlehiyê de be.’’
Li gor nûçeya ajansa Mîzanê, Kirmanî got: ‘’Eger Amerîka tiştekî xelet bike, dê hemû binkeyên Amerîkayê yên li herêmê ne di ewlehiyê de bin û dê rojên reş li benda wan bin.’’ Kirmanî bêyî ku hûrgiliyan aşkere bike got, Tehranê berê jî li hember êrîşkariya leşkerî, Amerîka hişyar kiriye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin