Îranê daxwaza dayika Ramîn Husên Penahî red kir

Îranê daxwaza dayika Ramîn Husên Penahî red kir

Birayê Ramîn Husên Penahî, ragihand ku hikûmeta Îranê di bin çavdêriyeke tund a ewlehiyê de rê daye, dayika wan ku li goristana Bihêştê Zehra ya Tehranê cenazeyê Ramîn bibîne.

A+A-

Emced Husên Penahî daye xuyakirin, ku Wezarata Îtilaata Îranê daxwaza dayika wan bo bi spartina cenazeyê Ramîn li Kurdistanê red kiriye. Rayedarên îranî gotine, ku ew dê bi xwe cenazeyê Ramîn Husên Penahî bispêrin axê.

 

Birayê Ramîn Husên Penahî herwiha vîdeoyeke dayika xwe belav kiriye, ku li nav goristana Bihêştê Zehra ya Tehranê ye. Di vî vîdeoyê de dayika Ramîn Husên Penahî gelek bi xem û westiyayî diyar e û ser û çavên wê birîndar xuya dike. Dayika Ramîn di vê vîdeoyê de dibêje, ku kurê wî bêguneh bû û Îranê bi neheqî ew li sêdareyê da.

 

Dayika Ramîn dibêje: “Ramînê min bêguneh kuştin. Wele dilê min xweş bû, min got belku greva xwe bişkîne û nanekê bixwe, îdam nekin û hukêm wî bibin dadgeha pêdeçûnê. Bi hîle ew îdam kirin, xwedê mala wan xirab bike.”

 

Tevî êş û derdê wê yê giran ji ber jidestdana kurê xwe, dayika Ramîn spasiya xelkê Kurdistanê dike, ku di demên bihorî de piştgirî dane Ramîn û malbata wan û dibêje: “Ez çavên wan maç dikin, gelek zehmet di ber Ramîn de kişandin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin