Îranê daxwaza danûstendinan ji Amerîkayê kir

Îranê daxwaza danûstendinan ji Amerîkayê kir

Piştî destpêkirina qonaxa duyem a cezayên Amerîka li ser Îranê wezareta derve ya Îranê daxwaza danûstandinan ji Amerîkayê kir.

A+A-

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragehand ku, welatê wî amade ye bo rêkeftineke atomî ya nû û danûstandinan li gel Amerîkayê bike.

Di daxuyaniyekê de bo rojnameya USA Today Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro Duşemê ew dikarin li gel Amerîkayê danûstandinan bikin eger zemîneya danûstandinan were dabîn kirin.

Herwiha Zerîf tekez kir ku, ne merce ku, bawerî di navbera herdu aliyan de hebe daku, danûstandin destpê bikin, lê pêwîste rêzgirtina hevbeş hebe.

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed amaje bi wê yekê kir ku, îdareya niha ya Koşka Spî baweriya wê bi danûstandinên dîplomasî nîne lê bawerî bi xwesepandinê heye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin