
Îranê 9 welatiyên Kurd desteser kirin
Hat ragihandin, ku hêzên Ittîla'ata Îranê, li bajarên Merîwan, Sine û Urmiyê, neh welatiyên Kurd desteser kirin, bi tometa ku pêwendiyên wan li gel Partiyên Rojhilatê Kurdistanê hene û ew ji bo cihekî nediyar veguhestin.
A+A-
Li gorî malpera Hengaw ji bo Mafên Mirovan, heft ji wan kesan welatiyên bajarê Merîwan in û yek ji bajarê Sine ye û yê din jî ji Urmiyê ye.
Di dema derbasbûyî de, pêleke girtina çalakvanên siyasî û sivîl li Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve destpê kiriye û li gorî amaran, di nava mehekê de, 80 welatiyên Kurd ji aliyê ewlehiya Îranê ve, hatine girtin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin