Îran dê Ramîn Hisênpenahî îdam bike

Îran dê Ramîn Hisênpenahî îdam bike

Girtiyê siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, Ramîn Hisênpenahî bi armanca bidarvekirinê ji bo odeya takekesî hatiye veguhastin.

A+A-

Malbata Hisênpemahî ragihandiye, ku îro Sêşemî 1ê Gulanê hêzên Îranê li zîndana Sine, Ramîn Hisênpemahî ji bo odeya takekesî veguhestine û ji wî re ragihandine ku dê roja Pêncşemiya vê heftiyê wî îdam bikin.

 

Emced Hisênpenahî, birayê Ramîn got: Ji nava zîndana Sine ew hatine agadarkirin ku dê cezayê bidarvekirina Ramîn Hisênpenahî roja Pêncşemiyê were cîbicîkirin.

 

Malbata Hisênpenahî daxwaz ji xelkê û rêxistinên navdewletî dike, ku guvaşê bixin ser hikumetê û Dezgeha Dadê ya Îranê ku biryara bidarvekirina Ramîn Hisênpenahî rawestînin.

 

Ramîn Hisênpenahî endamekî partiya rojhilatî ya Komeleya Şorişgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bû ku di 23ê Hezîran asala 2017an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin.

 

Ramîn Hisênpenahî bi tohmeta endamîtiya di partiyeke kurdî ya dijberê Komara Îslamiya Îranê, dijatiya rejîma Îranê û dijatiya Xwedê, di dawiya meha yekê ya îsal ji aliyê dadgeheke Îranê ve bi sêdaredanê hatibû cezakirin û demek berî niha cezayê sêdaredana wî ji aliyê Dîwana Bilind a Dadweriya Îranê ve jî hatibû pejirandin.

 

Parêzerê Ramîn Hisênpenahî pêştir gotibû, ku Hisênpenahî tohmeta çalakiya çekdarî li dijî hikûmeta Îranê red kiriye.

 

Bi gotina parêzerê Hisênpenahî, dosyaya Ramîn di bin serpireşî û çavdêriya Supaya Pasdaran a Îranê de ye û diyar kiribû, ku pêvajoya darizandina wî girtiyê siyasî yê Kurd bi awayekê dadmendane nebûye.

 

Di 23ê Hezîrana 2017an de tîmeke 4 kesî ya pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan-Îranê li nav bajarê Sine ketibûne kemîna Supaya Pasdarên Îranê û di navbera her du aliyan de şer derketibû. Di encama şer de 3 pêşmerge şehîd bibûn û pêşmergeyê bi navê Ramîn Hisênpehanî bi birîndarî ketibû destê hêzên Îranê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin