Îran bingehên serbazî û rahênanê li Sûriyê ava dike

Îran bingehên serbazî û rahênanê li Sûriyê ava dike

Serokê Desteya Danûstendinan a dijberiya Sûriyê Nesir El-Herîrî ragihand, ku hêz û mîlîşyayên Îran bingehên serbazî û rahênanê li başûrê Sûriyê ava kirine.

A+A-

Nesir El-Herîrî diyar kir, ku Îran hêzên xwe li başûrî Sûryê xurt kiriye û niha kar li ser amadekirina hêzekê wek ya Hizbullaha Lubnanî li Sûryê dike bi riya çekdarkirin û perwerdekirina xortên Sûrî.

El-Herîrî tekez kir, ku Îran beşek ji pirsgirêka li Sûryê ye û divê aliyên navdewletî pilanekê deynin daku rê li ber zêdebûna hêza Îranê li nav Sûryê bigirin.

Navhatî eşkere kir, ku ew kar li ser avakirina bingeheke taybet bi şopandina kiryar û tevgerên Îran û derxistina wê ji Sûryê dikin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin