
İnce diçe serdana Demirtaşî
Çapemeniya Tirkiyê ragihand, ku îro namzedê serokkomariya Tirkiyê yê CHPê Muharrem Înce, wê serdana namzedê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP)ê Selahadîn Demîrtaş bike.
A+A-
Muharrem Înce ragihand, ku divê pêvajoya helbijartina Serokkomartiyê di çarçoveya wekhevî û azadiyê de bê encamdan û divê ew pirose dadmendane be.
Înce diyar kir, ku ji ber wan sedemên navê wan hat gotin, ewê li girtîgehê serdana namzedê HDPê Selahadîn Demîrtaş û hemû namzedên Serokkomariya Tirkiyê yên opozisyonê bike.
Herwiha namzedê CHPê Muharrem Înce, duh li gel hin perlematerên partiyan daxwaza azadkirina Demîrtaş kiribûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin