
IMFê derbarê Banka Navendî de hişyarî da Tirkiyê
Berdevka IMFê Gerry Rice, derbarê rewşa niha de hişyarî da Tirkiyê û got: "Ji bo aramiyê divê Banka Navendî serbixwe be." IMFê herwiha ragihand ku Tirkiyê daxwaza hevkariyê ji wan nekiriye.
A+A-
Berdevka Fona Navdewletî ya Pereyan (IMF) Gerry Rice da zanîn, ku Tirkiyê bi ti awayekî daxwaza hevkariyê ji wan nekiriye û got: "Pêdiviya Tirkiyê bi siyaseteke bihêz a aboriyê û serxwebûna Banka Navendî heye."
Rice, diyar kir ku di Makro ekonomî de ji bo aramî û kêmkirina aloziyan siyasetên ekonomîk girîng in û got: "Ji bo Banka Navendî aramiya nirxan pêk bîne divê tam serbixwe be."
Demek dibe, ku aboriya Tirkiyê ber bi xirabbûnê ve diçe û lîreyî Tirkî jî li beramber dolarê Amerîkî buhayê xwe ji dest dide.
Li gor aborînasan, eger heye ku aboriya Tirkiyê xirabtir jî bibe û daxwaz dikin, ku hikûmeta wî welatî serî li Sindoqa Navdewletî ya Dirav (IMF) bide, lê Enqere dibêje ku ti niyeteke wê ya wiha nîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin