Îmarat: Divê gavên zelal bo parastina Kurdan bêne avêtin

Îmarat: Divê gavên zelal bo parastina Kurdan bêne avêtin

Îmarata Erebî avakirina herêma bi ewle ji aliyê Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê red dike.

A+A-

Wezîrê Dewletê yê ji bo Karûbarên Derve yê Îmarata Erebî Enwer Qirqaş got, Îmarata Erebî avakirina herêma bi ewle ji aliyê Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê red dike. Qirqaş daxwaz kir Kurd di çarçoveya yekparçeyiya Sûriyê de bên parastin û gavên zelal ji bo parastina wan bên avêtin.

Enwer Qirqaş di hevpeyvîna ligel televizyona Al Hurrayê de got, “Îmarat dewleteke ne erebî li ser xaka Sûriyê rewa nabîne. Ev helwesta Îmaratê ji hebûna Tirkiyê li bakurê Iraqê ye jî. Herwiha Îmarat hebûna hêzeke Îranî li Iraq û Sûriyê jî red dike. Ev helwesta Îmaratê derbarê hebûna Tirkiyê de ye jî.”

Wezîrê Îmaratî destnîşan kir: “Em piştevaniya Kurdan dikin. Kurdan qurbaniyên mezin di şerê li dijî DAIŞê de dan, ji ber wê divê Kurd di çarçova yekperçeyîya Sûriyê de bên parastin.”

Qirqaş li ser gefên Tirkiyê yên operasyonê jî got, “Nîgeraniyeke rastî ji gefên Tirkiyê heye, ev nîgeranî li cem me û li cem Washingtonê heye, ji ber wê divê gavên zelal ji bo parastina Kurdan bên avêtin.”

Enwer Qirqaş li ser vekirina Balyozxaneya Îmaratê li Şamê jî da xuyakirin, “Danîna pêwendiyan bi Şamê re tiştek e û helwesta siyasî tiştekî din e, vekirina Balyozxaneyê awayekî ji pêwendiyan e. Lê helwesta me ya siyasî ew e, em piştevaniya danûstandinên Cenêvê, civîna komîta destûrî û dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê dikin.”

Wî herwiha da zanîn û got, “Ti bandoreke me li Sûriyê nîn e, birîna pêwendiyan ji sala 2011an ve, hîşt dengên Erebî piştguh bibin û welatên herêmê destêwedana krîza Sûriyê bikin.”

Enwer Qirqaş bi bî xist, “Hebûna hêzeke Erebî li welatekî Erebî girîng e, ji ber ku nebûna hêzeke Erebî ziyana wê ji nebûna wê zêdetir e, wek ezmûna Iraqê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin