
Îbrahîm Layik hat definkirin
Îbrahîm Layik ê li Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê dixebitî û piştî wêneyê xwe di medya civakî de parve kir û hat îdîakirin ku xwe întîxar kiriye, hat definkirin.
Îbrahîm Layik ê li Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê dixebitî û piştî wêneyê xwe di medya civakî de parve kir û hat îdîakirin ku xwe întîxar kiriye, hat definkirin.
Personelê ewlekariyê yê Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê Îbrahîm Layik ê di hesabê xwe yê medya civakî de wêneyê xwe yê çav bi girî parve kir û got: “Ji ber ku em kurd in, her tim li dijî me dijminiyê dikin. Belkî bi vê tişta ez ê bikim re hin tişt biguherin. Bijî kesê ku bi kêfxwezşî bêje ez kurd û tirk im. Heqê xwe helal bikin” û hat îdîakirin ku xwe întîxar kiriye, hat definkirin.
Malbata Layîk, bi otobusekê kirê kirin, cenazayê kurê xwe anîn navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û dest pêkê birin Mizgefta Kişla ya Taxa Kişla. Cenazeyê Layîk li mizgeftê hat şûştin û wacîbeyên olî hatin kirin. Dûre cenaze anîn Goristana Hacace ya li Taxa Dîcle û ligel duayên hatin kirin, hat definkirin.
PÊVAJOYA QANÛNÎ DÊ BIŞOPÎNIN
Malbata Layik, diyar kir ku bi ferdên malbatê yên ji Stenbolê bên re, dê nirxandinek berfireh bikin û wiha got: “Lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dike. Em ê pêvajoya qanûnî heya dawiyê bişopînin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin