Ibrahim Biro: Di danûstandinan de pêngavên girîng hatine avêtin, lê gelek mijar jî man e

Ibrahim Biro: Di danûstandinan de pêngavên girîng hatine avêtin, lê gelek mijar jî man e

Li rojavayê Kurdistanê rewşa aborî ya aloz li alîyekî, herweha hêvîya nêzîkahîya tevgera sîyasî ya Kurd li alîyek din…

A+A-

Navenda Nûçeyan -Endamê Komîteya Pêwendîyên derve yê ENKS Ibrahim Biro ji K24 re anî ziman, ku: “Rewşa aborî zehmetîyek mezin li xelkê me li rojavayê Kurdistanê kirîye. Di rewşa sîyasî ya li rojavayê Kurdistanê de hin pêngav hatine avêtin, lê gelek mijar jî liser mêzê ne û danûstanin liser wan tên kirin. Piştî cejnê dê gotûbêj liser wan berdewam bikin”.

Ibrahim Biro dîyarkir, ku: “Rewşa sîyasî ya li rojavayê Kurdistanê piştî demek dirêj (5 sal biser danûstadninên Dihokê derbas bûn). Ev demek biqasî salekê ye, destpêşxerîya Fransa çêbû û piştî wê,  pêwendîya Amerika liser pirsa yekrêzîyê hêvîyek xurt anîye pêş. Amerika hewl dide, ku alîyan nêzîkî hevûdu bike. Lê em vê rastîyê jî bêjin, ku herçend pêşkeftin di danûstaninan de hene, lê tu rêkeftin nehatine kirin û hêvîdar in ew pirsên ku nakokî liser in, nemîn in û çareser bibin”.

Endamê Komîteya Pêwendîyên derve yê ENKS Ibrahim Biro destnîşankir: “Berjewendîyên Amerika û Ewrûpa li deverê hene. Lê, ji ENKS re ya giring bêrjewendîya gelê Kurdistanê ye. Alîyên sereke yên tevgera Kurd di danûstandinê de ne. Piştî wê dê hemû alîyên Kurdî tê de cîh bigre, pêkhate yên deverê û piştî wê herweha li gel alîyên din Sûrîye. Divê gelek kar bên kirin. PKK dest avêtibû rastîya rojavayê Kurdistanê û niha kar tê kirin, ew bandor nemîn e û ev yek bêguman kar jê re dive. Em bawer in, hêzek berçav dinav PYD de heye û dixwaze liser rastîya rojavayê Kurdistanê tevbigere”.

Ibrahim Biro piştgirîya alîyên din ên Kurdistanî, perçeyên din ên Kurdistanê gelek giring bimav kir. Hewldanên Serok Barzanî û desthilata başûrê Kurdistanê wekî piştgirîyek xurt û bihêz pênase kir.

Ji bo zêdetirê vê nûçeyê bitikînin:

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin