
HSD û rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo civiyan
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragehandiye ku, di derbarê biryara vekişandina Amerîkayê û radestkirina çend kêlgehên neftê de şandeke HSD ligel rejîma Sûriyê li çarkoşeya ewlehiyê ya bajarê Qamişlo civiyan.
A+A-
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihandiye ku, serkirdayetiya Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û şandek ji Hêzên rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo civînek encam dane.
Rewangehê da zanîn ku, civîn di derbarê pêşeroja deverê û biryara vekişandina Hêzên Amerîkî ji Sûriyê û gefên Artêşa Tirkiyê bû.
Herwiha Rewangehê eşkere kir ku, di civînê de behsa radestkirina hin kêlgehên petrolê li rojhilatê Firatê ji bo rejîma Sûriyê hatiye kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin