HSD hêzên taybet ji Kobanê dibe rojhilatê Dêrazorê

HSD hêzên taybet ji Kobanê dibe rojhilatê Dêrazorê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tevî rawestandina operasyonên li rojhilatê Dêrazorê ragihand, 100 şervanên hêzên Taybet ji Kobanê vedikişîne rojhilatê Dêrazorê.

A+A-

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, herî kêm 100 şervanên ji hêzên taybet ji Kobanê gihîştin rojhilatê Dêrzorê, bi vê yekê hejmara şervanên hêzên taybet li wê navçeyê gihîşt 1100 şervanî.

Herwiha Rewangehê da zanîn, 150 barhilgirên ku kelûpelên lojistîk hilgirtibûn ji sînorê Sûriye – Iraqê ve jî gihîtin deverên HSDê yên li rojhilatê Dêrazorê.

Diyar kir jî, di encama êrîşên firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li ser kêlgeha Şîn de 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, ku bi vê yekê hejmara çekdarên DAIŞê yên ji 10ê Îlonê ve hatine kuştin gihîşt 516 çekdaran.

Ev yek di demekê de ye, wek nerazîbûnekê li ser êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Kobanê û Girê Spî, HSDê rawestandina operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê bi awayekî demkî ragihandibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin