HSD: Bexdadî zêdeyî carekê serdana Tirkîyê kirîye

HSD: Bexdadî zêdeyî carekê serdana Tirkîyê kirîye

Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ragihand ku serkirdeyê rêxistina DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ku hate kuştin, zêdeyî careke serdana bajarê Hataya yê Tirkîyê kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ragihand ku serkirdeyê rêxistina DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ku hate kuştin,  zêdeyî careke serdana bajarê Hataya yê Tirkîyê kirîye.

Berpirsê Ragihandina HSDê Mistefa Balî beşdarî bernameya “Rûdawê Îro” ya televîzyona Rûdaw TVê bû û behsa oprasyona kuştina serkirdeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî kir.

Mistefa Balî dîyar kir ku piştî ku rizgarkirina navçeya Baxozê hêzên wan ketine li dûv serkirdeyên DAIŞê û got: “Di vê demê de agahî li ba me çêbûn ku Ebûbekir Bexdadî bi alîkarîya hinek hêz û dewletên herêmî gihîşte Idlibê. Yekînîyên me yên taybet ên îstixbaratî di heyama van 5 mehên dawîyê de agahî kom dikirin. Hevsengîyek û danûstandin di navbera me û hêzên Hevpeymanîya Navdewletî de bi taybetî ligel Amerîkayê hebû. Di meha derbasbûyî de ev çalakî dê bihata kirin, lê ji ber êrişa dagirkerî ya Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, hinekê hat rawestandin. Piştî ku cihê Bexdadî bi temamî hat eşkerekirin ku me têde rola sereke girtîye, ev çalakî hat kirin.”

Balî destnîşan ki ku li gor agahîyên di destê wan dibe ku zêdetirî carekê Bexdadî çûye bajarê Hatay ê Tirkîyê û wiha pê de çû: “Hinek agahî me bides xistibûn Bexdadî serdana Hatayê kirîye. Êdî bila şîrovkar wateya serdana wî zelal bikin. Ew bargeha ku Bexdadî têde bûye armanc, gelek nêzîkî sînorê Tirkîyê bû û herwiha li nêzîkî wê bargehê, binkeyeke leşkerî ya Tirkîyê bixwe heye.”

Bi gotina Balî ew li ser hemû asta beşdarî operasyona kuştina Ebûbekir Bexdadî bûne û wiha axivî: “Li gor agahîyên di ragihandinê de hatine belavkirin di dema çalakîyê de du hevjînên Bexdadî û dibe ku kesên ew diparast jî hebûn. Armanca çalakîyê Ebûbekir Bexdadî bû.”

Berpirsê Ragihandina HSDê herwiha da zanîn ku liv û tevgerên wan dê ligel hêzên Amerîkayê li her ciheke pêwsît berdewam bin û got: “Li herêmên Reqa û Dêre Zorê çalakîyên şaneyên razayî yên DAIŞê têne kirin.”

“Xelîfeyê” DAIŞê, Ebûbekir Bexdadî di operasyoneke hêzên taybet ên Amerîkayê de û bi alîkarîya îstixbaratî ya hêzên Kurd li parêzgeha Idlib a Sûrîyê hat kuştin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin