HSD: 25 çekdarên DAIŞê hatin girtin

HSD: 25 çekdarên DAIŞê hatin girtin

Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wê yên rûbirûbûna terorê, li beramberî şaneyên razayî yên DAIŞê operasyon pêkanîne û di encamê de 25 endamên DAIŞê girtine, yek ji wan berpirsê nivîsengeha girtîyên DAIŞê ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Navenda ragihandina Hêzên Sûrîyeya Demokratîk ragihand ku hêzên wê yên ewlekarî û rûbirûbûna terorê li Dêre Zorê li beramberî şaneyên razayî yên DAIŞê, di 28ê Mijdarê û 22ê Mijdarê de operasyonên taybet pêkanîne û di encamê de bi giştî 25 endamên DAIŞê hatine girtin. HSDê destnîşankir ku hin ji DAIŞyên ku hatine girtin, ji kampa Holê revîyabûn û destê wan di teqîna li Hesekê û zîndana Hesekê de hebûn.

HSDê dîyar kir ku di van operasyonên ku pêk hatine de serkirdeyê nivîsîngeha girtîyên DAIŞê yê bi navê Erkan Hisên ( Mihemed Salih Elelî) jî hatîye desteserkirin. Herwiha HSDê da zanîn di operayonan de, dema ku du DAIŞîyên di nav şaneyê de cîh digirtin xwestine birevin hatine kuştin.

Li Reqayê jî Şaneyeke DAIŞê ya veşartî hate girtin

Hêzên Ewlekarîya Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê ragihandin, ku li bajarê Reqayê şaneyeke veşartî ya DAIŞê hatîye girtin, ku ji 14 kesan pêk tê.

Li gorî daxuyanîya hêzên asayîşê, di encama operasyonekê de, bo ser şaneyeke veşartî ya DAIŞê, 14 kes hatine girtin, ku 3 ji wan jin in.

Li gorî zanyarîyên ku hatine belavkirin, wê şaneya veşartî ya DAIŞê, endamên wê rêxistinê ji cihên cuda vediguhestin nav sînorê Rojavayê Kurdistanê, da ku êrîşan encam bidin.

Kesên ku hatine girtin, kadroyên destpêkê yên rêxistina DAIŞê ne, ku niha bi rêkxistina şaneyên veşartî re mijûl dibûn.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin