Hîzbullaha Iraqê gefa tolhildanê li Serokwezîrê Iraqê dixwe

Hîzbullaha Iraqê gefa tolhildanê li Serokwezîrê Iraqê dixwe

Hîzbullaha Iraqê, Serokwezîrê Iraqê bi wê yekê tohmetbar dike ku hêsankarî bo êrîşên Amerîkayê yên li dijî Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendîs kirîye ku di encama wan êrîşan de ew her du tevî hejmarek çekdarên din hatibûn kuştin.

A+A-

Ebû Elî Eskerî, Berpirsê Ewlehîyê yê Koma Çekdarî ya Hîzbullaha Iraqê di hesabê xwe yê Twitterê de dibêje; dema Mistefa Kazimî Serokê Îstixbarata Giştî ya Iraqê bû (ku niha Serokwezîrê Iraqê ye), hêsankarî bo kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis kiribû.

Eskerî dibêje: “Cejna me di vê serdemê de nabe cejn, heta ku em bi qasî kuştina Suleymanî, Muhendis û kuştîyên bajarê Qaîmê tola wan hilnedin.”

Herwiha destnîşan dike: “Wan kesên ku li nav Iraqê beşdarîya wan êrîşan kirine, ji Kazimî heta pileya herî nizm, hêsankarî ji bo wan êrîşan kirine, ji cezayê rizgar nabin, baca wê her çi qas û dema wê jî her çi wext be.”

Di meha Çile ya îsal de, di encama êrîşeke esmanî ya hêzên Amerîkayê de Qasim Suleymanî, Fermandarê Feyleqa Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê, Ebû Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û hejmarek fermandarên Heşda Şeibî li nêzîkê Balafirgeha Bexdayê hatibûn kuştin.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin