Li Kolaco 2 Pêşmerge şehîd bûn

Li Kolaco 2 Pêşmerge şehîd bûn

Li nahîya Koleco ya başûrê Silêmanîyê di encama êrîşa DAIŞê li ser hêza Pêşmerge de, 2 Pêşmerge şehîd bûne hejmarek ji çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin birîndarkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Peyamnêrê K24ê li Germîyanê da zanîn, şeva bûrî li nahîyeya Koleco ya ser bi Kalarê ve çekdarên terorîst ê DAIŞê êrîşî hêza Pêşmerge kirin û şer di navber hêza Pêşmerge û çekdarên terorîst ê DAIŞê derketîye.

Da zanîn jî, di encama wê êrîşê de 2 Pêşmerge şehîd bûne û hejmareke çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin û birîndarkirin.

Çekdarên DAIŞê sûdê ji valahîya ewlehîyê ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqî de dibînin û êrîşî ser hêzên Pêşmerge û welatîyan dikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin