Hikûmeta Kurdistanê li ser bîrên petrolê biryara lêkolînê da

Hikûmeta Kurdistanê li ser bîrên petrolê biryara lêkolînê da

Hikûemta Herêma Kurdistanê biryar da ku derbarê birên petrolê yên ne yasayî ku zerarê dide jingehê de lêkolîn bê kirin û gavên pêwîst derbarê wan de bê avêtin.

A+A-

Di serokatiya Serowekwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de Komîsyona Petrol û Gaza Sirûştî civiya û biryar hat dayîn ku çend pirsgirêkên hene bêne çareserkirin.

 

Di civîna doh de behsa ziyanên birên petrolê ên  biçûk ne yasayî hate kirin, û biryar hate dayîn ku ew pirsgirêk were çareserkirin.

 

Biriyar hate dayîn, ku Wezareta Samanên Sirûştî, bi alîkariya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û serokê yekeyên îdarî, bi mekanîzmeke pêwîst a yasayî kar ji bo çareserkirina wê mijarê bikin, û hikûmet jî rêkarên pêwist ji bo parastina jîngehê û tendirustiyê û jiyana welatiyan bigire ber xwe.

 

Serokwezîr Nêçîrvana Barzanî di civînê de tekezî li ser wê yekê kiriye, ku pêwîst e saziyên îdarî bi taybetî saziyên cîbicîkirinê yên weke Wezareta Navxwe, civata asayîşê û polîs bi hevkariya parêzgaran kar li ser wê mijarê bikin, û dozgerê giştî jî hatiye raspardin ku ji aliyê yasayî ve alîkariya wê tîmê bike.

 

Nêçîrvan Barzanî ragihandiye ku parastina jîngehê û jiyana welatiyan ji karên wan yên pêşîn in, ji ber ku jiyana xelkê û parastina jîngehê ji pirsên aborî girîngtir in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin