Hikûmeta Iraqê û hin partiyên siyasî Tirkiye şermezar kir

Hikûmeta Iraqê û hin partiyên siyasî Tirkiye şermezar kir

Piştî bûyera li Şêladizê pengavek jî ji Iraqê hat. Wezareta Derve ya Iraqê gazî Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Fatîh Yildizî kir û Tirkiyê şermezar kir û ragihand dê notaya protestoyî ji ber bûyeran bidine Tirkiyê.

A+A-

Li gor nûçeya DWyê di daxuyaniyê de hatiye gotin leşkerên Tirk gule berdane ser sivîlan û herî kêm kesekî canê xwe ji dest daye.

Herwiha hat gotin, Welatê Iraqê, welatekî serwer e û her gaveke ku gef li vê serweriyê dixwe, nayê qebûlkirin.

Herwiha hat ragihandin, Wezareta Derve ya Iraqê, gazî Balyozê Tirk ê li Iraqê kir û êrîşên Tirkiyê şermezar kirû ji ber van êrîşan, Iraq dê notaya protestoyî bide Tirkiyê.

Li aliyekî din jî partiyên din ên li Herêma Kurdistanê jî bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan. 

KNK, Nifşê Nû, Partiya Kedkarên Kurdistanê û Tevgera Goran, di daxuyaniyên xwe de daxwaz ji Hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê kir ku li dijî Tirkiyê, bertekeke zelal nîşan bidin ûdaxwaz kirin ku baregehên leşkerî yên artêşa Tirk werin girtin.

Di daxuyaniyan de hat gotin, di bordûmanên Tirkiyê de welatiyên sivîl têne kuştin û xelkê herêmê hebûna Tirkiyê li herêma xwe naxwaze.

Tevgera Goran jî ragihand, "bordûmanên asîmanî yên Tirkiyê hem êrîş e li dijî serbixweyiya Iraqê, hem jî binpêkirina mafên mirovan e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li şûna ku Tirkiyê şermezar bike, PKKê dike hincet."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin