Heyeta PSK û PAKê îro KRGê ya Brukselê ziyaret kir

Heyeta PSK û PAKê îro KRGê ya Brukselê ziyaret kir

Heyeta ji PSK û PAKê pêkhatî îro li Brukselê Nûnertiya Herêma Kurdistanê ziyaret kir û bi Dîlawer Ajgeyî re hevdûdîtinek pêk anî.

A+A-

Îro heyetek hevbeş ji nûnerên PSK û PAKê li Brukselê buroya Hukûmeta Herêma Kurdistanê ziyaret kir. Nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê Dîlawer Ajgeyî pêşwazî li heyetê kir.

Di hevdîtinê de, sohbetek germ û dostane çêbû. Herdû aliyan li ser rewşa Bakur û Başûr agahdarî dan hev. Pêwistîya hevkariya hêzên Kurdistanê beşek ji yê sohbetê bû. Heyeta PSK û PAKê girîngiya xwedîlêderketina destkeftiyên Başûr anî ziman û weke destkeftiyên her çar aliyê Kurdistanê destnîşan kir. Herweha PSK û PAK di civînê de qala ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve dozvekirina ji bo girtina çar partiyên ku bêjeya kurdî di navê wan de heye jî kirin.

krg-bruksel-2-2019-10-01-at-15-21-49.jpeg

Birêz Dîlawer Ajgeyî jî qala rewşa nuh a Başûrê Kurdistanê kir, lihevhatina hêzên Başûrê Kurdistanê ku wek lîsteyek beşdarîya hilbijartinên herêman Kurdistanê ku di çerçova qanûna 140î de ne û li derveyî Îdara herêma Hukumeta Kurdistanê kir û kêfxweşiya xwe ji bo vê seredana heyetê diyar kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin