
Hewlêr û Bexdayê li ser rakirina xalên gumrikê li hev kir
Şanda Desteya Gumrika Iraqê û Berpirsên Gumrikê yên Herêma Kurdistanê bo rakirina xalên gumrikên yên di navbera Iraq û Kurdistanê de rêkevtin pêk anî.
A+A-
Di 2 hefteyên derbasbûyî de şanda Rêveberiya Giştî ya Gumrika Herêma Kurdistanê û Desteya Gumrika Iraqê û aliyên peywendîdar ên din, sê civîn li Bexda û Hewlêrê di derbarê rakirina xalên gumrikê de birêve birin û biryar e, ku roja çarşema bê jî Parlamentoya Iraqê di derbarê wê pirsê de guftûgoyê bike.
Piştî vekirina rêya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de, parêzgeha Kerkûkê xala gumrikê bo rêyên herdu bajarên Hewlêr û Silêmaniyê yên diçin Kerkûkê danî. Li gor destûra Iraqê jî nabe xala gumrikê di navbera parêzgehên Iraqê de were danîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin