Hevpeymaniya Navdewletî êrîşî hêzên Sûriyê kir

Hevpeymaniya Navdewletî êrîşî hêzên Sûriyê kir

Ajansa SANA ya Sûriyê ragihand, ku Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê, bi çend mûşekan çend baregeh û navendên Artêşa Sûriyê bombebaran kirine.

A+A-

Ajansa SANAyê ya nêzîkî hikûmeta Sûriyê ji çavkaniyeke leşkerî ve ragihandiye, ku êrîşa mûşekî ya Hevpeymaniya Navdewletî, ku vê bi Hevpeymaniya Amerîkî bi nav kiriye, derdora saet 20:00ê êvara borî, li Çiyayê El-Xerab li başûrê El-Suxne ya ser bi parşzgeha Humsê pêk hatiye.

 

Li gorî ajansa hikûmeta Sûriyê, di encama êrîşê de zirarên madî çêbûne, lê ti amaje bi zirarên canî nekiriye.

Heta niha Hevpeymaniya Navdewletî derbarê bûyerê de ti daxuyaniyek nedaye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin