Hevpeymanîya Kurdistanî hîn navê xwe bo hilbijartinên parêzgehan tomar nekirîye

Hevpeymanîya Kurdistanî hîn navê xwe bo hilbijartinên parêzgehan tomar nekirîye

Mohleta tomarkirinê sê rojên din xilas dibe

A+A-

BasNews

 

Tenê sê roj maye mohleta tomarkirina kandîd û partîyên sîyasî di hilbijartinên parêzgehên Iraqê de xilas be û heta niha jî Hevpeymanîya Kurdistanê navê xwe û kandîdên xwe tomar nekirîye.

Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê berîya niha mehek wek mohleta tomarkirina kandîd û partîyên sîyasî bo hilbijartinên parêzgehan danîbû. Mohleta han roja 5 vê mehê xilas dibe.

Hevpeymanîya Kurdistanî, ku ji 14 partîyên sîyasî yên Kurdistanî bo hilbijartinên parêzgehên Iraqê pêk hatîye, hîn navê xwe tomar nekirîye.

Berpirsê dezgeha hilbijartinan ya Bizava Îslamî ya Kurdistanê, Newzad Xidir, ku partîya wî jî endama wê tifaqê ye, li ser vê mijarê got, Hevpeymanîya Kurdistanî dê di nêzîktirîn wext de navê xwe û kandîdên xwe tomar bike.

Hevpeymanîya Kurdistanî dê li parêzgehên Mûsil, Kerkûk, Diyale û Selahedîn namzedan derxînin û piştevanîya namzedên alîgirê xwe bikin.

Hilbijartinên parêzgehên Iraqê dê meha Nîsana 2020 were kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin