Hevpeymanî rê nade Tirkiye û Sûriyê derbasî Minbicê bibin

Hevpeymanî rê nade Tirkiye û Sûriyê derbasî Minbicê bibin

Li gor zanyariyên ji Minbicê hat belavkirin, heta niha Hevpeymaniya Navdewletî li nav bajêr in û nahêlin ne artêşa Tirkiyê, ne hêzên opozisyon û ne jî hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê derbasî nav Minbicê bibin.

A+A-

Her çiqas Fermandarê Giştî yê Artêşa Sûriyê îro berî nîvro ragihand ku çend yekeyên wan derbasî nav Minbicê bûne û ala Sûriyê li wir bilind kirine, lê hat ragihandin ku hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê li rojavayê Minbicê ne û hêzên ku bi navê opozisyona Sûriyê têne nasîn jî, li bakurê Minbicê ne.

 

Herwiha hat diyarkirin ku, ku hejmara wan çekdarên opozisyona Sûriyê ku li derveyî Minbicê ne, nêzîkî 8 hezar kes in û dibe ku di her demekê de hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê derbasî nav bajarê Minbicê bibin.

 

Li gor zanyariyên ji Minbicê hat belavkirin, heta niha Hevpeymaniya Navdewletî li nav bajêr in û nahêlin ne artêşa Tirkiyê, ne hêzên opozisyon û ne jî hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê derbasî nav Minbicê bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin