Hevdîtinên Serok Barzanî îro jî dewam kir

Hevdîtinên Serok Barzanî îro jî dewam kir

Hevdîtinên dîplomatîk ên Serok Barzanî bi çerçoveya asayîkirina têkiliyên siyasî, îro jî dewam kir. Îro jî Serok Mesûd Barzanî digel serkirdeyên aliyên siyasî re jî hevdîtin pêk anîn.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî duh Pêncşemê 22ê Mijdarê bi serdaneke fermî gihîşte Bexdayê û bi Serokwezîr Adil Ebdulmehdî, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî û çend serkirdeyên din ên iraqî hevdîtin pêk anî.

Serok Mesûd Barzanî îro înê di berdewamiya serdana xwe de, li Bexdayê bi Serokê Bizava Hikme ya Iraqê Emmar Hekîm re civiya. Barzanî û şanda pê re serdana ofîsa taybetî ya Emmar Hekîm kirin û bi wî re hevdîtin pêk anîn.

 

Di berdewamiya serdana xwe de, serok Barzanî îro li gel serokê parlamentoya Iraqê yê berê, Selîm Cibûrî re jî hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de, behsa rewşa Iraqê bi giştî û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Iraqê hate kirin.

 

Serok Barzanî di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên Iraqî de, bi Serokê Eniya Iraqî Bo Diyaloga Niştimanî, Salih Mutleg re civiya.

 

Serok Barzanî di duyemîn roja serdana xwe ya bo Bexdayê de, li cihê mana xwe pêşwazî li Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê Erşed Salihî û şanda pê re kir.

 

Serok Mesûd Barzanî herwiha li cihê mana xwe li Bexdayê pêşwazî li bîrmend û siyasetvanê navdarê iraqî, Hesen Elewî kir. Di vê hevdîtinê de, herdu aliyan di derbarê rewşa siyasî û geşedanên herî dawî yên li Iraqê de gotûbêj kirin.

 

Herwiha Serok Mesûd Barzanî û şanda li gel wî, bi serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî re jî civiya.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin