Heşda Şeibî rê girt!

Heşda Şeibî rê girt!

Milîs û çekdarên Heşda Şeibî li dijî fermana serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, ku gotiye bila Heşda Şeibî ji Mûsilê derkevin, rêka navbera Hewlêr û Mûsilê girtin!

A+A-

Milîs û çekdarên Heşda Şeibî li dijî fermana serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, ku gotiye bila Heşda Şeibî ji Mûsilê derkevin, rêka navbera Hewlêr û Mûsilê girtin!

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî 24 saet mohlet daye Heşda Şeibî da ku baregehên xwe yên li deşta Neynewa û bajarê Mûsilê bigirin û ji wir derkevin.

Li hember vê yekê, komek milîs û çekdarên Heşda Şeibî li xala kontrolê ya bajarê Bertille kom bûn û rêka navbera Mûsil û Hewlêrê girtin. Ji ber wê jî qerebalixyek mezin li wir çêbûye û gelek otomobîl û rêwî li wir kom bûne.

Ew dibêjin, heta Ebdulmehdî fermana xwe paşde venekişîne ew rêkê venakin!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin