
Henifî Turan: Tirkîye tiştekî bidest naxe
Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê Hanîfî Turan ji Rûdawê re axivî
Rûdaw
Tirkîye bi biryar e û xwe amade dike ku operasyoneke berfireh li Rojavayê Kurdistanê encam bide; li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê niha hemû partîyên Tirkî û Kurdî li hember helwesta hikumeta AK Partîyê pêgeha xwe zelal dikin, Partîyên Kurdî niha bûne xwedî helwestek hevpar û ew dibêjin ev operasyon li dijî destkeftîyên Kurdan e; Tirkîye PKKê ji xwe re dike hincet.
Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê Hanîfî Turan ji Rûdawê re got: “Tirkîye bi vê siyaseta xwe dê tu tiştek bi dest nexe, em wek Partîya Azadîya Kurdistanê vê helwesta Tirkîyê ya li hember Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin."
Partîyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê di dema xwe de li hember operasyonên Mertala Ferat û Çiqla Zeytûnê jî derketibûn û bi daxûyanîyên hevbeş destêwerdana Tirkîyê şermezar kiribûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin