HDP li Îzmîrê dê piştgiriyê bide namzetê CHPê

HDP li Îzmîrê dê piştgiriyê bide namzetê CHPê

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar da ku li îzmîrê ew ê piştgiriya berbijêrê Partiya Komarî ya Gelan (CHP) Tunç Soyerî bike.

A+A-

HDPya ji Îzmîrê berbijêrek bo hilbijartinên herêmî destnîşan nekir, ragihand li Îzmîrê dê piştgiriyê bidin nanzetê CHPê Tunç Soyerî.

Hevserokê Teşkîlata HDPê yê Îzmîrê Kadir Baydurî ji Dengê Amerîkayê re wisa got:

"Ez dikarim bi rehetî bêjim Tunç Soyer, berbijêrê herî guncanî profîla ku me şayesandiye û divê Soyer jî digel derûdorên cihê hevkariyê bike û li gor wê polîtîkayên xwe yên herêmî diyar bike."

Bayurî herwiha got ev piştgirî ne bi afîşan û bi awayekî eşkere be, lê ew tax bi tax, navçe bi navçe bigerin û piştgiriyê bo berbijêrê CHPê re bixwazin.

Bayurî herwiha da zanîn tifaqa HDPê bi CHPê re ne sazûmanî ye bes li binkeyan tifaqek pêk anîne. Bayûrî got ew hê biryareke zelal li ser berbijêrên navçeyan nedane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin