HDP hin bajarên Kurdan jî tê de li 7 bajaran namzetê nîşan nade

HDP hin bajarên Kurdan jî tê de li 7 bajaran namzetê nîşan nade

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar da ku li 7 bajarên mezin namzedên hilbijartinên şaredariyan destnîşan neke ku 2 bajarê bakurê Kurdistanê jî di nav de ne.

A+A-

Navenda Birêveberiyê û Meclîsa Partiyê ya HDPê ji bo bajarên Tirkiyê û hin bajarên bakurê Kurdistanê stratejiya xwe ya hilbijartinên 31ê Adara 2019an diyar kirin.

Li gor biryarê dê HDP li bajarên wekî Stenbol, Enqere, Mersîn, Îzmîr, Dîlok, Riha û Edeneyê namzedan nîşan nede û piştgiriya opozîsyona Tirkiyê bike.

Hat ragihandin ku HDP, li bajarên ku namzet diyar nekir, dê li navçeyên wan namzetan diyar dike.

HDP dê li navçeya Navendî Akdeniza Mêrsîn, navçeya Navendî Şîşliya Stenbol û bajarên din ku HDP lê bi hêz in namzetê nîşan bide.

Herwiha HDP dê li navçeyên Konya jî namzet nîşan bide. HDP dê li Şaredariya Bajarê Mezin a Konya navçeyên Cihanbeylî û Kûlû jî namzet nîşan bide.

HDP dê li bajarên Aydin, Mugla, Balikesir, Manisa û gelek bajarên din jî hewl bide namzetan derxe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin