Hawara dayîkan gihişte asîmanê: Nehêlin zarokên me sêdar bikin

Hawara dayîkan gihişte asîmanê: Nehêlin zarokên me sêdar bikin

Dayikên girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî bi du peyamên cihê bang li raya giştî kirin ku nehêlin zarokên wan ji aliyê desthiladarên Îranê ve werin sêdaredan.

A+A-

Di du peyamên vîdeoyî yên cihê de, dayika Zanyar Mûrad bang li kurdên herçar parçeyên Kurdistanê, çalakvanên mafên mirovan û xelkê Merîwanê dike ku nehêlin kurê wî were bidarvekirin.

 

Dayika Zanyar Mûradî dibêje: “Roja Çarşemê Zanyar birin jûra takekesî û ji wê rojê ve grevê dike. Jê re gotine roja Şemiyê dê sêdare bidin. Ez tika dikim bigihin hewara me!”

 

Dayika Loqman Mûradî jî got: “Ji bo xatirê Xwedê alîkarî bidin me. Zarokên me bêguneh in.

 

Herdu pismam Zanyar û Loqman Mûradî ji sala 2009ê ve girtîne û li Zîndana Recaîşar a Kerecê dimînin. Hate gotin ku roja 5ê Îlonê berpirsên zîndanê ji herdu girtiyên siyasî yên Kurd re gotiye, “cara dawîn hev bibînin, ji ber ku hûn dê werin îdamkirin.”

 

Hêjayê gotinê ye ku Zanyar Mûradî kurê çalakvanê mafê mirovan ê ji Rojhilatê Kurdistanê Îqbal Mûradî ye ku roja 18ê Tîrmeha borî li navçeya Pênciwîn a Silêmaniyê di encama êrîşekî de canê xwe ji dest dabû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin