Gundên ser sînorên Rojava têne valakirin

Gundên ser sînorên Rojava têne valakirin

Ji ber operasyona serbazî li ser Rojavayê Kurdistanê artêşa Tirkîyê gundên navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê vala dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan

 

Ji ber operasyona serbazî li ser Rojavayê Kurdistanê  artêşa Tirkîyê gundên navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê vala dike.

 

Operasyona Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dike û li seranserî sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê pevşûn di navbera şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û artêşa Tirkîyê û çekdarên opozîsyona Sûrîyê dewam dikin. Jêderekî ji gundê Dirbêsîyê yê ser bi Qoserê Mêrdînê ye aşkere kir ku artêşa Tirkîyê daxwaz ji wan kirîye ku gund vala bikin.

 

Heman jêderê da zanîn ku ji duhê da li ser sînor pevçûn di navbera HSDê û artêşta Tirkîyê da heye û hawênek li navenda gund ketîye û di encamê da 3 sivîl birîndar bûne.

Li gorî zanyarîyan leşkerên Tirkîyê gundên Wardimsê yê ser sînor jî valakirine û li wir bi cî bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin