Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Gera welêt: Kûçik (2)

A+A-

                                                    

Ez gelek sibehan/beyanîyan di çûme parka bajêr, li binê kûlûbekê di rûniștim û mi ji mobîla xwe mûnaqeșeyên Youtubê taqîb dikir. Evan kêlîyan bo min pir bi qîmetbûn, ji ber ku malbat di xew de bû û min jî li gor îstîrahat û hawa xwe li kes û cihan  dimeyîzand û analîz û felsefa xwe bi xwe re șîrove û texlîl dikir û dema tu tenê jî be netîce zû tên afirandin. Di kêlîyeke wilode, kûçikekî spî, gir û paqij jî bû  - hat gelekî nêzîkîmin mexelt – hêdî hêdî helk helk a xwe dikir û car carna li min jî meyîzand. Pêșî weke ku min jê fikar kirin/hinek tirsiham û rabûm çûme kûlûbekedin û li wir rûniștim; piștî kêlîyekê kuçikême hate wir jî û dîse li cem min mexelt û bi awakî normal car caran li min di meyîzand. Ez piçek hizirîm ku gelo çima ev kûçik weha dike; bi min re ti xwarin anjî vexwarin nebû kû îștaha wî bikșênê – tenê telefonamin/mobîlamin di destêmin de bû. Ez dîse vegerihama kûlûbeya xwe yî berê û li babêtên Youtubê gûhadarîdikir û kûçikême li pey min hat û her wek berê li cem min mexelt û li min di meyîzand.

Min fahm kir ku ev kûçik dixwazê li gel min be. Min di ser ê xwe de planek çêkir ku ezê çawa xwe ji vî camêrî xelasbikim. Ji çûnê pêde ti çare nebûn; ez hêdîka rabûm û ber bi derîyên derve ve meșîm - lê ji tirsa - min newarabû li dûv xwe meyzênim ku hakê ew li duv min werê malê jî. Bawerbikin gelî xwendevanan, dema ez ketima sikaka sûkê û nava gel min li duv xwe meyîzand û dît ku kûçikême jî derketîya sikakê, ziq sekînîbû û li min, li alîyêmin di meyîzand.

Min jî ji tirsa ku min taqîb nekê hinek lezand û xwest rêya xwe bo wî hunda bikim da newê mala mazûlvanêmin! Dema ev serpêhatîya xwe min ji malbatêre got, kurêminî doktor (hûmanîzm di programa doktorîyêde heye) yên 28 salî weha got: ”Baba, wî dît ku tu kesekî bașî û ji wilo jî wî  xwest ku bi te re hevaltîyê bike”. Helbet Kasri ev tișt bo min weke komplîmangê got, lê di ziman- û kultura kurdîde çilo têt famkirin anjî șîrovekirin em wê tenê li benda Yezdanê mezin bihêlin.  

Gera welêt: Serê Avê (1)

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin