Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Gera welêt: Serê Avê (1)

A+A-

 

Serê Avê anjî bi gotinekedin Ava Sipî avake ku di herikê û mîna çemekî biçûk bi xêr û xweșî, bi bereket- û manzarayên delal jîyana kesên me yî li mentîqa Midyad û Nisêbînê dewlemend dike û bi hemî awayan di xemilênê.                                                                                   

   Di van demên dawî de fonksîyona Serê Avê bo Torî û Çolîyan gelek çêbûyîye. Li vê mentiqê wekîdin hema bêje av tuneye. Firat û Dîcle dûrin û ji ber wilo jî ev xezîna zêrîn ji kesanre (bîlhesa di van 15 -20 salên dawîde) mîna nan û avê, heyv û rojê, bihar û payîzan pêwîst bûyîye. Di demsala havînêde germeke bê hempa li mentîqe çêdibe û Serê Avê têt hawara gel û rehetî- û bêhnferehiyê dide zîyaretvanê xwe. Min bi xwe dît û guhdarîkir ku gelek kes mêhvanên xwe dawetî wir dikin anjî li wir civan didine hev û li wir hev dibînin û demên xwe pevre derbasdikin. Tiștekîdin xweș û baș ewe ku hema bêje ku her roj mûzîk jî heye. Mitirb têne wir, li kemançên xwe dixin û kes jî di rabin di reqisin û govendan digirin. Serê Avê hem plaja bi normên kurdîye û hem jî bi atmosferan konserên torîtî û çolîkîye.                                  

Bêyî Serê Avê wê jîyan li mentîqê gelekî ziwa, hișk, feqîr û nexweșbê. Divêt em Serê Avê mîna çavê xwe bi parêzin: paqij bihêlin û alîkarîya esnaf û personal bikin da hê baștir bibe û her bijî.

Dê bidome

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin