Fransa mafê penaberiyê dide 100 jinên Kurdên Êzidî

Fransa mafê penaberiyê dide 100 jinên Kurdên Êzidî

Fransayê ragihand, ku 2 milyon euro dide fona jinûve avakirina Şingalê ku çalakvana xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadiye Murad daye destpêkirin û herwiha mafê penaberiyê jî dide 100 jinên Kurdên Êzidî.

A+A-

Koşka Elysee ya Serokomariya Fransayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku di çarçoveya Foruma Aştiyê ya Parîsê de fona jinûve avakirina devera Şingalê jî ketiye rojevê.

Li gor daxuyaniyê, Macron ferman daye Wezareta Derve ya Fransayê ku hevkariya Nadiye Murad û tîma wê bê kirin û projeyên herî li pêş bên destnîşankirin bo vegera Kurdên Êzidî ku koçber bûne.

  

Fransayê tekez kiriye ku dê li ser hevkarîkirina kêmîneyên etnîkî û olî yên Rojhilata Navîn berdewam be û dê heta dawiya 2019ê bi giştî mafê penaberiyê bide 100 jinên Kurdên Êzidî ku mexdûrê DAIŞê ne.

 

Li gorî daxuyaniyê, di çaçroveya vê alîkariyê de, heta sersala nû ya zayînî Fransa dê 20 jinên Kurdên Êzidî werbigire û mafê penaberiyê bide wan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin