'Fransa jî  li Sûriyê dimîne'

'Fransa jî li Sûriyê dimîne'

Serokê Desteya Erkanê ya Artêşa Fransayê General François Lecointre ragihand ku Artêşa Fransayê weke artêşa Amerîka li Sûriyê dimîne.

A+A-

General François Lecointre îro ji televîzyona “CNews” a Fransî re axivî û diyar kir ku erkê wan ê pêşin li Sûriyê bidawîanîna DAIŞê ye û got, “Em bawer nakin Amerîka berî jinavbirina yekcaî ya DAIŞê ji Sûriyê vekişe û hûrgiliyên din jî biryarên siyasî ne.”

Lecointre ragihand ku Fransa kar ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê li herêmê dike, bi taybet li sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de û ji bo wê armacê jî her amrazekê bikar tîne, çi esmanî be yan hêzên bejahî yan taybet bin.

Fransa beşek e ji hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê li Sûriyê li dijî wê rêxistinê êrişên esmanî pêk tîne.

Fransa herî dawîn li hemberî gefên li ser wî bajarî hejmareke serbazên xwe li Minbicê ku di bin kontrola hêzên Kurdî de ye, bicih kiribû. Fransayê niha 40 firokeyên şer li binkeyên xwe yên li herêmê belav kirine.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Jim Mattis berî niha ragihandibû, ew hêzên xwe ji Sûriyê venakişînin heta ku aşitî li wî welatî pêk neyê.

 
 
 
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin