
Firokeyên Tirkiyê li gundekî Başûrê Kurdistanê dan
Qaymeqamê devera Pişder a Başûrê Kurdistanê ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyê li gundên nahiya Sengeser a Pişderê dan.
A+A-
Qaymeqamê Pişder Bekir Bayîz got, îro derdora saet 09:30an de, çend firokeyên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna hêzên PKKê, li quntara Qendîlê bi taybet li gundê Bêpalan ê Sengeserê dan.
Bekir Bayîz da zanîn, ji ber wê êrişê tiştek bi xelkê deverê nehat lê xelkê gund gelekî tirsiyan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin