Firokeyên şer ên Tirkiyê deverên Zap, Metîna, Avaşîn-Basyan û Xakûrkê bordûman kirin

Firokeyên şer ên Tirkiyê deverên Zap, Metîna, Avaşîn-Basyan û Xakûrkê bordûman kirin

Firokeyên şer ên artêşa tirk herêmên Zap, Metîna, Avaşîn-Basyan û Xakûrkê bordûman kirin.

A+A-

Sererkaniya Artêşa Tirk daxuyaniyek belav kir. Di wê daxuyaniyê de hat ragihandin ku firokeyên şer bi hinceta hebûna gerîla û binkeyên PKK deverên Zap, Metîna, Avaşîn-Basyan û Xakûrkê bordûman kirine û hat îdîakirin ku gelek binke hatine jinavbirin.

Di êrişên firokeyên şer ên artêşa tirk ên li ser deverên sînorê Herêma Kurdistanê heta niha bi dehan sivîlan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 36 gund hatine valakirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin