Firokeyên Iraqê baregehên PKKê li Şingalê bombebaran kirin

Firokeyên Iraqê baregehên PKKê li Şingalê bombebaran kirin

Firokeyên şer ên Iraqê binkeyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeya geliyê Kersê ya li Şingalê bombebaran kir.

A+A-

Li gor K24ê gerîlayên PKKê nûçeya bombebaranê piştrast kirin û aşkere kirin, îro demjimêr 16:15 8 firokeyên şer ên Iraqê li esmanê Şingalê geriyan û baregehên PKKê li nêzîkî geliyê Kersê bombebaran kirin.

Wan gerîlayan aşkere kirin, destpêkê wan gûman kirin ku ew firoke yên Tirkiyê bin, ji ber wê berê mûşekên ber bi firokeyan kirin, lê berî ku wan armanc bikin, wan firokeyan baregehên wan bombebaran kirin.

Derbarê ziyanên canî û madî de, wan jêderan ti zanyariyek aşkere nekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin