Fîdan: Pêwendiyên PKK û YNKyê bûne gefeke ewlehiya niştimanî

Fîdan: Pêwendiyên PKK û YNKyê bûne gefeke ewlehiya niştimanî

.

A+A-

 Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan derbarê pêwendiyên PKK û YNKyê de axivî û got: "Pêwendiyên PKK û YNKyê êdî bûne gefeke ewlehiya niştimanî.”

Hakan Fîdan di bernameyeke televîzyonê de behsa polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê kir û bersiva pirsên rojnamegeran ên derbarê karûbarên derve yên Tirkiyeyê da.

Fîdan amaje bi pêwendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û PKKyê kir û got ku ew pêwendî bûne gefeke ewlehiya niştimanî.

Herwiha Fîdan bangî YNKyê jî kir ku dev ji pêwendiyên li gel PKKyê berde û "pêwendiyên xwe yên dostane wekî di dîrokê de heyî" îro jî li gel Tirkiyeyê bihêz bikin.

“Dev ji PKKyê berdin”

Fîdan ragihand ku peywira wî ew e ku nehêle ti kes piştgiriya PKKyê bike û got:

"Heta ku hûn piştgiriyê bidin dijminê min, hûn li bendê ne ku ez çi bikim?

Em di vê mijarê de vekirî ne. Wezîfeya min e ku ev dijmin ji we sûdê wernegire.

Ez dê vî karî bikim. Dema ku ez vê yekê dikim, ez li ber xwe nadim.

Ji bo we kemînek e, ez li pêş çavan ji we re dibêjim, dev ji vê yekê berdin, ji ber ku ev bi kêrî we nayê, bi kêrî ti kesî nayê.

Xelkê Silêmaniyê dostên Tirkiyeyê ye."

Hakan Fîdan îdia kir ku pêwendiyên PKK û YNKyê êdî ne tenê pirsgirêk e ji Tirkiyê re lê gefek e û wisa dewam kir:

"Pêwendî û dilsoziya serkirdayetiya YNKyê li gel PKKyê ava kiriye, ji bo me êdî ji pirsgirêkê zêdetir e û bûye gefeke ewlehiya niştimanî.

Tirkiye bi biryar e ku hemû amûrên polîtîkaya derve yên di destê xwe de bi awayekî koordînekirî bi kar bîne da ku li herêmê îstîqrar pêk were."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin