Êzdî ji Almanya vedigerin gundên xwe!
Kemal TOLAN
Ev çûhna berpirsyarên Tirkiyê , ya gundê Êzdiyan Bacinê, gundê Suryaniyan û bêkhatina tifaqa yekîtiya Êzdiyan a li bajarê Bilefeld ê başe, lê têrê çareserkirina pirsgirêkên Êzdiyatî û Êzdiyan nakin !
Bi dîtina min, berpirsyarên Tirkiyê hinekî ji vê „banga min, peyama serokê PWK Batmanê(*1 ) û berxwedanên çalekvanên „civaka Ezdayî ya Ewropa/Almanya“yê(*2) fêmkirin û lewma jî , ewan ev „heyeta xwe ya paye bilind“ zû şande „Gundê Êzdiyan Bacinê û Gundê Suryaniyan“
Ez cardin hêvî dikim, berpirsyarên Tirkiyê ji vê seredana xwe hîn baştir fêhmkiribin,ew ji van daxwazên min kirî , ango zû „destpêbikin, sedemên ku Êzdî di nav welatê xwe de hatine qirkirin, mal-milkên wan hatiye dagirkirin , koçberbûne û hatine dûrxistin , perwerdeya nasîna nasnama Êzdiyatiyê û hwd. di zanîngeha Mêrdîn , Dîclê û hwd. de bi fermî bidine naskirin. Rê û kanîlîzasiyona nav gundên Êzdiyan de tûne ne çêkin, navên cîh, war, kesayet û nîşangeh-ziyaretên Êzdiyan bi zimanê zikmakî(Kurmancî) bipejirînin. Derdora goristan û perestgehên Êzdiyan nûjenbikin , navên pêşiyên Êzdiyan yên navdar li kuçê û kolanênên bajar, rêyên diçine nav gundên Êzdiyan bikin, nehêlin hemwelatiyên wan bi Êzdiyan bikufirin, berhemên Êzdiyan bêne heram dîtin, bihêlin zarokên Êzdiyan di dibistanan de Êzdîtiyê bi zimanê ola xwe fêrbibin, Êzdî jî weke her olekê mafê netewe, çande û kevneşopên xwe bê astengî xwedîbikin, pêşbixînin û hwd.(*1)..“
Ez ji hewildanên berpirsyarên Tirkiyê û „tifaqa yekîtiya Êzdiyan a li bajarê Bilefeld ê (*3)„ dahne ber xwe re serkevtinê dixwazim !
*Çavkanî:
3
0:14 / 2:07
https://www.facebook.com/share/v/1G5e9u5sjt/
Dengê Rojperestên Azad.DRA
Heyeteke Paye bilind kû Cîgirê Serokkomarê Turkiyê Recep Tayyip Erdoğan Zafer Sırakaya jî dinavde çûn Gundê Êzdiyan Bacinê û Gundê Suryaniya
Weşan DRA
09.09.2025
Jêder TRT Kurdî
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin