Ew jina kurd ku li Bexdayê hatibû revandin, kuştî hat dîtin

Ew jina kurd ku li Bexdayê hatibû revandin, kuştî hat dîtin

Jineka kurd, ku çend roj berê li Bexdayê hatibû revandin, kuştî hat dîtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Sê roj berê jineka kurd bi navê Zehra Elî, ku xelka bajarokê Mendelî yê Başûrê Kurdistanê bû û beşdarî xwepêşandanên Bexdayê bibû, li Bexdayê ji alîyê çekdarên nenas ve hatibû revandin.

Serokê encumena şaredarîya bajarokê Mendelî, Azad Hemîd ji BasNewsê re got, şeva borî termê wê jina kurd li Bexdayê hat dîtin.

Azad Hemîd her wiha got, wisa xuya dike ew jina kurd, ku ser bi eşîra Qereloş ya Mendelî bû, bi fîşekê hatîye kuştin.

Wî berpirsê kurd revandin û kuştina wê jina kurd avêt stûyê çekdar û milîsên Iraqî, ku xwepêşanderan direvînin.

 Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin