Esed: Em li gel welatên erebî gihîştine hevtêgihiştinekê

Esed: Em li gel welatên erebî gihîştine hevtêgihiştinekê

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand, ku piştî çend salan ji alozî û dujminahiyê, ew niha li gel welatên Erebî gihîştine corek ji hevtêgihiştinê.

A+A-

Di hevpeyvîneke rojnamevanî de, Beşar Esed bêyî ku navê ti welatekî bîne, ragihandiye ku di dema bihorî de şandeyên çend welatên erebî û rojavayî seredana Şamê kirine.

 

Esed aşkere kiriye, ku di wan seredanan de ew li ser pêwendiyên dîplomatîk û herwiha rewşa navçeyê gihîştine corek ji hevtêgihiştinê.

 

Di hevpeyvînê de, Esed amaje bi wê yekê jî kirye, ku wan li gel şandeyên welatan behsa dubare vekirina navendên dîplomatîk ên wan welatan li Şamê kiriye.

 

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve, pêwendiyên di navbera Sûriyê û piraniya welatên erebî de hatibûn birîn û hevdem endametiya Sûriyê di Komkara Erebî de hatibû cemidandin.

 

Di heman hevpeyvînê de, Esed gotiye, ew piştrast e ku di demeke pir nêzîk de, dê hêzên hikûmeta wî tevahiya xaka Sûriyê kontrol bikin.

 

Li gorî Esed, kontrolkirina tevahiya xaka Sûriyê dê rê li pêş welatê wî xweş bike da ku vegere rola xwe ya navendî di çarçoveya welatên erebî de.

 

Esed gotiye, ku hêzên wî piraniya bajarên Sûriyê kontrol kirine û di demeke nêzîk de, dewleta Sûriyê dê desthilat û yasayên xwe li ser tevahiya xaka Sûriyê bisepîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin